Kemal Sunal

Kemal Sunal   Konuyu açan: alptraum   İlk Mesaj: 07-04-2009 (06:42)   Son Mesaj: 07-04-2009 (21:15)    Cevap: 1    Gösterim: 8529  

Ağaç Şeklinde Aç4Beğeni
  • 3 gönderen alptraum
  • 1 gönderen _delice

    07-04-2009

    Kemal Sunal



    Kemal Sunal (* 11'ê sermawezê 1944 li Küçükpazar, Stenbol; † 3'ê tîrmehê 2000 li Stenbol) yek ji aktorên sînemê yên Tirkiyê ye.

    Bi eslê xwe kurd e û ji Keferdiz a girêdayî Meletîyê ye. Ji ber kû malbata wî di dawiya salên 30´î de koçberî Stenbolê bûbû, bi kurdî nedizanî. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî, Vefa Lisesi, bi lîstika şanoyê "Zoraki Takip - Şopandina bi zorê" dest bi jiyana xwe ya aktoriyê dike. Di şanoya Devekuşu Kabare Tiyatrosu de dixebite û sala 1973'î de dest bi sînemê dike.

    Di sala 1974'î de dizewice û du zarokên wî çêdibin. 1995'î de zanîngeha Marmarayê fakûlteya çapkirin-weşan, beşa radyo, têlevîzyon û sînemê bidawîdike. Bi giştî di 82 fîlmê de rol digire. Karakterên nû di komediya Tirkiyê de vedike û bi serkeftî wan pêşkêş dike. Di jiyana xwe ya taybetî de gelek cidî tevdigere. Di hîç bernameyeke TVan de cihnagire û hevpeyvîn çênake. Di nav gel de piranî bi navê "Înek Şaban tê naskirin" Ji sala 1990'î di TVan de weşana fîlmên wî tên kirin lê ew ti sûdwergirtineka aborî jê nagire.

    Ew bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe jidestdide.



    dj_sener, Unnecessary ve muhabir bunu beğendiler.

    Latest 5 Biyografi





    Kemal Sunal Yorumları